Kurdistan
Li navenda Efrînê otomobîlek hat teqandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, bomebeyeke vedayî hat teqandin.
Çavkaniyên ji nav Efrînê ragihandin ku danê nîvro bomeyeke vedayî li kolana Siyasiyê li nêzîkî mizgefta Ebubekir Sidîq hat teqandin û ziyan tenê madî bûn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve di 18ê Adara 2018an gelek caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.
Çend roj berê dîsa li heman kolana Siyasiyê li nava Efrînê bombeyek ku di otombîlekê de hatibû çandin teqiya û di encamê de kesekî can dabû û 2 kesên din jî birîndar bûbûn.