Kurdistan
Li Neynewayê 6 terorîstên DAISê hatin girtin
PeyamaKurd – Artêşa Iraqê li Neynewayê, 6 terorîstên DAIŞê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê girtin.
Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqî diyar kir, li rojavayê parêzgeha Neynewayê, di encama kemîneke ajansa Ewlahiya Niştîmanî de, 2 terorîstên DAIŞê ku bi eslê xwe ji Sûrî ne û hewl didan ku derbasî welat bibin, hatin girtin.
Herwiha şaneyê eşkere kir, li heman parêzgehê û di pêkanîna hin operasyonan din yên ji aliyê hêzên artêşa welêt de jî, 4 DAIŞî ketine xefkê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, her du hefteyên borî de bi dehan DAIŞî, di encama operasyonên paqijkirinê yên hêzên ewlehiyê de hatine girtin.