TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li parêzgeha Urmiyê rêyên bi dehan gundan hatin girtin

Admin L
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2021 18:29

PeyamaKurd – Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber berf û bagerê, rêyên bi dehan gundan hatin girtin.

Li gorî zanyariyan, ev çend roj in li piraniya bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li parêzgeha Urmiyê berfek giran dibare û li hinek cihan hîn jî berdeam dike. Li bajarê Selmasê herî kêm rêyên 40 gundan û li bajarê Xoy û devera Kotol û Elendê jî herî kêm rêyên 90 gundan ji ber berfê xetimîne.

Herwiha li gelek gund û deverên parêzgeha Urmiyê deriyên dibistanan ji ber berf û sermayê nehatin vekirin û bêhnvedan hat ragihandin.

Li gorî pêşbîniyan, çend rojên din wê pileya sermayê hîn zêdetir bibe.

Berpirsên trafîkê daxwaz ji xelkê dikin, eger gelekî pêwîst nebe sefer nekin û eger sefer bikin, bi tedbîr bin.

Parve bike: