TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Payizava ya Wanê du malbat bi hev ketin: 8 birîndar…

Admin H
Nivîskar
📅 22 gulan 2020 22:25

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de pevçûn derket û 3 ji wan bi giranî 8 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin, li mezraya Dayanc a ser bi taxa Gulederen a navçeya Payîzava, di navbera endamên du malbatan de alozî derket û aloziya bi nîqaşê dest pê kir vegeriya pevçûnê.

Endamên herdu malbatan dar û beran li nav sûkê bi hev ketin ku di encama wê pevçûnê de, 8 kes ji herdu aliyan birîndar bûn.

Herwiha 3 kesên rewşa wan giran bû jî öt Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê hatin veguhestin ku birîndarên din jî şandin Nexweşxaneya Payîzavayê.

Parve bike: