Kurdistan
Li Pirsûsê qeza çêbû: 7 birîndar
PeyamaKurd - Li bajarê Rihayê li navçeya Pirsûsê (Suruc) 2 otomobîl lihev ketin û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Qeza di destpêka taxa Elîgorê de çêbû.
Di qezayê de Abdulkerim K., Vedat S., Eyyüp Sabri S., Mahmut M., İsmail B., Zerrin S. û Hatice Kübra S. birîndar bûn. Li ser qezayê tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran ji otomobîlan derxistin û wan teslîmê tîmên tenduristiyê kirin. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên Pirsûsê û Rihayê û lêpirsîna qezayê dewam dike.