TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Qamislo teqînên bihêz çêbûn

Admin H
Nivîskar
📅 11 mijdar 2019 21:24

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çend teqînên bihêz çêbûn. Li gorî jêderên xwecihî li navenda bajarê Qamişlo 3 otomobîlên bombebarkirî hatine teqandin û li bajêr dengê sê teqînan hatiye.

Hat zanîn ku 2 teqîn li ser riya sereke ya bazara giştî ya bajarê Qamişlo rû dan, yek ji wan jî li nêzîkî dibistana Qadisiyê ya keçan çêbûye.

Tê ragihandin ku hejmarek kuştî û birîndar hene û piraniya qurbaniyan welatiyên sivîl in û endamên asayişê jî di nava wan de hene.

Li gorî zanyariyan cihê teqînekê nêzîkî xalên rêjîma Sûriyê li çargoşeya ewlehiyê ye. 

Li gorî agahiyên destpêkê ji ber teqînên li Qamişlo 3 kesan can daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Didome...

 

Parve bike: