Li Qersê çar gund hatin qerentînekirin
PeyamaKurd – Çar gundên li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, bi armanca bergiriya belavbûna vîrusa Koronayê, hatin qerentînekirin.
Parêzgariya Qersê diyar kir, piştî encama pişkinîna Koronayê ya çend kesan li wan çar gundan pozîtîv derket, wan biryara qerentînkirina her çar gundan, heta 14 rojan daye.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Qersê, di dema qerentînê de tevahiya çûn û hatinên bo wan gundan qedexe ye û hêzên cendirme çavdêriya qerentînkirina gundan dikin û binpêkariyên şikandina qerentînê dişopînin.
Amarên fermî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê destnîşan dikin, heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 1 milyon û 955 hezar û 680 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ku 1 milyon û 721 hezar û 607 kes ji wan baş bûne û 17 hezar û 364 kesan jî canê xwe ji dest dane.