TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Riha û Dîlokê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

📅 21 îlon 2019 14:08

PeyamaKurd - Li bajarê Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan hemû cure çalakî hatin qedexekirin.

Parêzgeriyên her du bajaran Riha û Dîlokê ragihandin, heya 5ê Cotmehê wan her cure çalakî qedexe kirine.

Li gorî daxûyaniyan, çalakiyên wek xwepêşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, belavkirina belevokan, grevên birçîbûnê, daliqandina posteran û kombûn ji 20ê Îlonê heta 5 Cotmehê, hatine qedexekirin.

Sedema vê qedexeyê, ji bo çalakiyên HDPê tê nîşandan, ku li dijî danîna qeyuman li tevahîya bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  xwepêşandan berdewam dike.

Parve bike: