TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Netanyahû bo cureya nû ya koronayê: Divê em derhal hemû dinyayê asê bikin!

Admin H
Nivîskar
📅 21 berfanbar 2020 02:55

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li ser belavbûna mutasyona (veguherîna) nû ya vîrusa koronayê li Brîtanyayê got ku divê derhal hemû dinya bê asêkirin.

Beriya vê daxuyaniya Netanyahû Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) daxwaz ji welatan kir ku li hember veguherîna cureya nû ya koronayê ku li Brîtanyayê derketiye holê û bilez belav dibe, tedbîran bistînin. Vîrusa nû ya koronayê heta niha li Holanda, Avusturalya, Brîtanya û Denmarkê hatiye dîtin ku ji sedî 70 zêdetir zûtir ji Covid-19 belav dibe.

Piştî civîna encûmena wezîran Netanyahû derbarê mijarê de wiha axivî:

“Divê em derhal hemû dinyayê asê bikin. Tenê destûra karsaz li gorî protokolê bidin ku geştê bikin. Yên vegerin bi karantîneyeke tund bi sînor bikin. Ev gaveke mezin e, lê belê heger encameke wê hebe wê serkeftina wê ne zehmet be.”

Piştî Holandayê Îsraîlê jî geştên bo Brîtanyayê sînordar kirin ku ji bo kesên ji Afrîkaya Başûr û Dermarkê biçin Îsraîlê jî sînor hatin danîn.

 

Parve bike: