TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump : "Netanyahû Divê hinekî hişê xwe bînê serê xwe"

Admin H
Nivîskar
📅 19 hezîran 2026 15:21

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, ji malpera nûçeyan a Axiosê ya Amerîkayê axivî û derbarê aloziya ligel Îranê, peymana nû û helwesta Îsraîlê de nirxandin kirin.

Trump diyar kir ku têkiliyên wî û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû "baş" in, lê belê rexneyeke tund li rêveberiya Tel Avîvê girt û got: "Pêwîst e Netanyahû hinekî aqil bîne serê xwe." Li ser pirsa "Gelo tu dikarî rê li ber êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bigirî?", Trump bi baweriyeke mezin bersiv da û got: "Erê. Ew rêzeke pir mezin ji bo min digirin û ez çi bibêjim, her weha dikin."

Trump parast ku peymana dawî ya ligel Tehranê ji bo Îranê tê wateya "teslîmiyeta bêşert" û guhertina rejimê.

 Serokê Amerîkayê Komarparêzên ku peymanê rexne dikin û daxwaza şerekî tundtir dikirin da jî got: "Zêde tundbûn dê biba sedem ku Tengava Hurmuzê were girtin û karesateke aborî ya cîhanî rû bide.

 Ez êdî rêzê li hin kesên ku berê min rêz li wan digirt nagrim, ew alîgirên tundrewiyê ne." Trump di dawiya axavtina xwe de bal kişand ser Krîza Mezin a Aborî a serdemê Serokê 31ê ê Amerîkayê Herbert Hoover û got: "Daxwaza min a serekî wekî Serokekî ev e ku ez qet neşibim Herbert Hoover û welat nexim nav krîzeke weha."

Parve bike: