Kurdistan
Li Rihayê di înseata avahiyekê de termê ciwanekî hat dîtin
PeyamaKurd - Li navçeya Karakopru bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, di nava înşeata avahiyekê de termê ciwanekî hat dîtin.
Hat zanîn ku nobedarê li ber înşeata avahiyê li navçeya Karakopru termek dîtiye û hêzên emnî û tîmên tendirustiyê agahdar kirine.
Piştî tîmên polîs û tenduristiyê çûn cihê bûyerê tespît kirin ku kesê mirî ciwanekî bi navê Ahmet Î. yê 24 salî ye û wekî sedema mirina wî jî ketina ji cihekî bilind hat eşkere kirin.
Tîmên tenduristiyê termê Ahmet Î. Şandin Dadweriya Pizîşkî ya Rihayê.