TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rihayê du malbatên xizmên hev bi çekan çûne hev: 5 kes birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2021 22:23

PeyamaKurd - Li navçeya Curnê Reş ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê du malbatên xizmên hev pev çûn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li gundê Omerlî yê Curnê Reş ji ber sedemeke nehatiye zanîn, endamên du malbatan bi çekan êrîşî hev kirine û 5 kes ji her du malbatan birîndar bûne ku birîna yekî ji wan giran e.

Piştî bûyerê tîmên tendirustiyê û hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê û kesên birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Parve bike: