TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rimêlanê di depoya cebilxaneyan de teqîn çêbû

Admin H
Nivîskar
📅 22 hezîran 2020 02:23

PeyamaKurd - Li bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, di depoyeke cebilxaneyan de teqîn çêbû.

Li gorî agahiyên berdest, li bajarokê Rimêlan ê navçeya Girkê Legê teqînek di depoyeke cebilxaneyan de rû daye ku gelek ambulans, tîmên agirkujiyê û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Derbarê ziyanên teqînê de hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn û agahiyên zelal nehatine, lê belê piştî teqînê çûnûhatina navbera Rimêlan û Girkê Legê hatiye rawestandin.

 

Parve bike: