Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê di 24 saetên dawî de, 14 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, îro Pêncşemê 3yê Îlona 2020an de, amarên nû yên Koronayê belav kirin.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên derbasbûyî de, 14 kesên din li navçeyên wan bi Koronayê ketine û hejmara herî zêde li bajarê Hesekê ye.
Ciwan Mistefa destnîşan kir, li Hesekê 6 kes, li Dêrikê 3 kes, li Dirbêsiyê 2 kes û li her yek li Qamişlo, Tirbespî û Dêrezorê jî kesek bi vîrusa Korona ketine.
Di 24 saetên borî de herwiha 19 kes ji nexweşên Koronayê jî li Rojavayê Kurdistanê baş bûne.
Li gor do, hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê daketiye. Do 20 kes li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusê ketibûn û 2 kesan jî can dabûn.
Bi amarên nû re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha bi Koronayê ketine, gihîşt 609 kesan, ku 40 kes ji wan can dane û 146 kes jî baş bûne.