Li Rojavayê Kurdistanê 20 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê di 24 saetên dawî de, 20 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin, herwiha 2 kesan ji ber vîrusê can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên derbasbûyî de 20 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniyê, ji wan 20 haletên nû yên pêketinê, 5 kes li Hesekê, 5 li Qamişlo, 3 kes li Tirbespiyê, 2 kes li Dêrikê, 3 kes li Reqa, kesek li Kobanî û kesek li Tebqayê bi Korona ketine.
Herwiha li gor amarên îro, haletên nû yên tûşbûna bi Koronayê herî zêde li Heseke û li Qamişlo hatine tomarkirin.
Ciwan Mistefa destnîşan kir, herî dawî 2 kesên din ji pêketiyên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê can dane, 17 kesên bi Koronayê ketibûn jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, ji destpêkê ve heta niha 595 kes bi Koronayê ketine, ji wan 40 kesan can dane, 127 kes ji nexweşên Koronayê jî baş bûne.