TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê hatin eskerekirin

Admin L
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2020 13:52

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê, di rojekê de 79 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 10 kes jî baş bûn û ti haleteke mirina bi wê nexweşiyê jî nehat tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, amarên dawî yên vîrusa Koronayê belav kir û destnîşan kir, li navçeyên di bin destê Rêveberiya Xweser de, 79 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê da zanîn, di 24 saetên dawî de, tu kesan ji ber vîrusa Koronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser ca nedane.

Herwiha Ciwan Mistefa ragihand,10 nexweşên Koronayê jî piştî tedawiyê, baş bûne.

Bi amarên dawî re, heta niha li Rojavayê Kurdistanê 1918 kes bi vîrusa Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 69 kesan can dane û 496 kes jî baş bûne.

 

Parve bike: