TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê hatin eskerekirin

Admin L
Nivîskar
📅 07 mijdar 2020 17:30

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 237 kesên din bi Koronayê ketin û 3 kesan jî can dan. 

Li gor Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên dawî de, 237 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 27 nexweşên Koronayê jî baş bûn.

Herwiha Desteya Tenduristiyê diyar kir, ji do de 3 pêketiyên Koronayê jî can dan.

Bi van amarên nû, hejmara pêketeiyên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 5 hezar û 484 kesan. Ji wan, 137 kesan can dane û 798 jî baş bûne.

Parve bike: