TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê du roj betlane hate ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 28 berfanbar 2023 23:38

PeyamaKurd – Rêvberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, bi minasebeta hatina sala nû du roj betlane ragihand,

Li gorî biryara Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya sersalê li herêmên di bin rêveberiya wan de, rojên Yekşem û Duşema bê betlane ne.

Di biryara haiye weşandin de hate gotin: “Bi boneya sersalê tevahî saziyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojên 31.12.2023 û 01.01.2024 di betlaneyê de ne. Tenê saziyên ku karê wan domdar e, nakin betlane.”

Parve bike: