Bernameya cenazeyê Xamaney diyar bû: 3 roj betlane hate ragihandin
PeyamaKurd - Medyaya Îranê ragihand ku ji bo merasîma cenazeyê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney ku di encama êrîşa Îsraîlê de hatibû kuştin, li paytext Tahranê 3 rojan betlaneya fermî hatiye ragihandin.
Li gorî daxuyaniya televizyona dewletê ya Îranê, ev betlane dê rojên 4, 5 û 6ê Tîrmehê li seranserê paytextê bikeve meriyetê.
Fermandarê Supaya Pasdaran a Tahranê Hesen Hesanzade derbarê bernameya merasîmê û hûrgiliyan de ev agahî parve kirin:
4 û 5ê Tîrmehê: Termê Rêberê Olî dê bibin Mizgefta Îmam Xumeynî ya li Tahranê daku merasîma xatirxwestinê û nimêja cenazeyê werin birêvebirin.
6ê Tîrmehê (Duşem): Merasîma serekî ya cenazeyê li paytextê çêdibe û ji ber vê yekê parêzgeha Tahranê dê her sê rojan bi temamî di betlaneyê de be.
Piştî bidawîbûna merasîman biryar e ku termê Elî Xamaney di 9ê Tîrmehê de li bajarê Meşhedê piştî merasîmeke olî li Mezara Îmam Riza were veşartin.