TR KU SO
FB X
Cîhan

Bernameya merasîma xakspartina cenazeyê Reîsî hate eskere kirin

Admin H
Nivîskar
📅 20 gulan 2024 21:51

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê bernameya xakspartinê ya cenazeyê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û kesên ligel wî di qezaya helîkopterê de can dane eşkere kir.

Li gorî ragihandina IRNAyê wê cenazeyên Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Ebdullahyan, Parêzgarê Tewrîzê Elî Haşimî jî di nav de yên 9 kesên di helîkopterê de can dane, li bajarê Qûmê bi xakê bê spartin.

Hate diyarkirin ku wê merasîma cenazeyan sibe 21ê Gulanê piştî nimêja esrê pêk were.

Parve bike: