TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 08 mijdar 2020 22:48

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê sînordarkirî ya 15 rojan li seranserê Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê (Covid-19), qedexeya çûnûhatinê ya sînodarkirî li seranserê rojavayê Kurdistanê û herêmên bin deshilata Rêveberiya Xweser ji sibe 9ê Mijdarê û heta 23ê Mijdarê ragihand.

Li gorî biryara qedexeyê, wê hemû bazarên mezin bên girtin, tenê dikanên biçûk ên firotina xwarin û sebzeyan heta dema 15:00 vekirî bimînin.

Wê hemû cihên olî bên girtin, tenê nimêja Înê û nimêja Yekşemê dê bi girtina rêkarên tenduristiyê bên kirin.

Herwiha hemû holên kombûnan ên mezin wek holên şahiyan, konên şîniyan, civîn û kongre têne qedexekirin.

Dîsa li gorî biryarê, hemû karmendên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser divê mask û lepikan bikar bînin.

Di rojên dawî de hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi koronayê dikevin her zêde dibe ku heta niha gihîştiye 5484 kesan û 130 kes jî pê mirine.

Parve bike: