TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 707 nexwesên koronavîrusê bas bûn

Admin M
Nivîskar
📅 10 nîsan 2020 03:57

PeyamaKurd- Ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê xeberên xweş tên ragihandin. Ji Rojhilatê Kurdistanê rêjeya rewşa herî dawiyê ya di nav 24 sietan de herkesi kêfxweş kir. Li bajarên Urmiye, Kirmaşan, Îlam û Loristanê di 24 sietên dawiyê de 179 kes bi koronavîrusê ketine,15 kes jiyana xwe ji dest dane û 707 nexweş baş bûn e.

Rewşa bajaran ya herî dawiyê weha ye:

-Urmiye: Di 24 sietên dawiyê de 113 test posîtîv derketine û bi giştî 1195 kes bi nexweşînê ketine. Heya niha 90 kes mirine û 541 kes baş bûne.

-Loristan: Îro 20 kes bi koronayê ketine. Bi temamî jimara wan dike 1002 kesan. Îro 4 kes mirine û jimara miriyan gihaye 88 kesan. 823 kes baş bûne û niha 90 nexweş li nexweşxaneyan mane.

-Kırmaşan: Testa 32 kesan posîtîv derketiye û 2 kes mirine. Jimara miriyan li Kirmaşanê û navçeyên wê gihaye 44 kesan. Bi temamî 404 kes bi vîrusê ketine û ji wan 212 nexweş çûne malên xwe.

-Îlam: Li Îlamê di 24 sietan de 14 kes mirine û heya niha jimara miriyan gihaye 35 kesan. Ji 393 nexweşan 233 kes baş bûne.

-Sine: Rêjeyên îro nehatine ragihandin lê heya niha 82 kes jiyana xwe ji dest dane.

Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê heya niha bi temamî 339 kes jiyana xwe ji dest dane. Di 24 sietên dawiyê de 707 kes baş bûne û çûne malên xwe. Li nexweşxaneyan 1317 nexweş hene.

Parve bike: