Kurdistan
Li Selale ya Girlawikê havîn destpêkir
PeyamaKurd- Bi sedema berlêgirtina Kovid-19 ê Şelale ya Girlawikê ku dikeve bakûrê bajarê Ezirganê û ji bajêr 35 km dûre, çûyîna wê hatibû qedexekirin lê niha car din ew qedexeya çûna Girlawikê hat rakirin.
Ava Şelalê ya Girlawikê ji kaniyên qûntara Çiyayê Mûnzûrê derte û ji jor de tê xwarê. Gelek hênike û li binê şelalê ciyên geşt û guzariyê hene. Di dawiya hefteyê de ji bajarên Ezirganê, Erezeromê, Baybûrtê, Gumuşxane, Dêrsim û bajarên dûr yên ku şelalê dizanin, diçin seredana şelalê. Şeale di kurdistanê de şelala herî mezin e.