TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê 2 kes di ava bendavê de fetisîn

Admin M
Nivîskar
📅 26 hezîran 2021 23:10

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê malabata ku bo geştê çûbûn ber ava bendavê ya Feratê, bo xwe hînik bikin, xatî û xwarziya wê ketin avê lê her dû jî di avê de fetisîn. Her dû kesên fetisîn navên wan  Tuana Yılmaz (14) û xatiya wê Remziye Yılmaz (29) in. Bûyer ji Semsûrê bi 15 km yan dûr li ser ava bendavê çêbû.

Li ser bûyerê tîmên noqavê yên polîsan çûn ciyê bûyerê û wan ji avê derxistin. Piştî derxistina ji avê wan birin nexweşxana Semsûrê ya Perwerde û Lêkolînê. Li nexweşxanê cenazeyên Remziye Yılmaz û Tuana Yılmaz bo otopsiyê birin morgê.

Parve bike: