Kurdistan
Li ser rêya Hewlêr û Kerkûkê tankera benzînê wergeriya: Ajokar can da
PeyamaKurd - Li ser rêya Hewlêr û Kerkûkê tankereke sotemeniyê ku 36 hezar lître benzîn lê barkirî bû wergeriya û ji ber vê yekê şewateke mezin derket.
Piştî bûyerê tîmên Parastina Sivîl gihîştin cihê bûyerê û ji bo vemirandina agir dest bi xebatê kirin. Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê Şaxewan Seîd ragihand ku ji ber dijwarbûna agir, ajovanê tankerê nekarî xwe rizgar bike û di nav agir de can da.
Şaxewan Seîd diyar kir ku piştî hewldanên tîmên wan, agir bi temamî hat kontrolkirin.
Hate ragihandin ku tîman rê li ber belavbûna agir girtine da ku ziyan negihîje avahî û malên derdorê û bi vê yekê re rê li ber karesateke mezintir hatiye girtin.