TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser rêya Pêncwîn-Başmaxê tanka gazê teqiya: 2 kes mirin

Admin H
Nivîskar
📅 25 îlon 2026 18:14

PeyamaKurd - Li ser rêya Pêncwîn – Başmaxê, di dema lêhîmkirinê de tankeke gazê li firoşgeheke gazê teqiya û di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest da.

Qeymeqamê Pêncwînê Ednan Kakereş medyaya Kurdistanê re ragihand ku di encama teqînê de du kes bi dijwarî birîndar bûne.

Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Şehîdan a li Pêncwînê Renc Azad jî diyar kir ku tevî ku birîndar rakirine nexweşxaneyê, ji ber dijwariya birînên xwe her du kesan can dane.

Hat zanîn ku yek ji qurbaniyan xelkê Pêncwînê ye û nasnameya kesê din jî hêj nehatiye zanîn.

Parve bike: