TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê teqîn çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2020 14:41

PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dîsa teqîn çêbû.

Li gor Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê ragihand, do motoreke bombekirî li ber nexweşxaneya bajarê Serê Kaniyê teqiya.

Herwiha li gorî agahiyên wê saziyê, di wê teqînê de kuştî û birîndar hene lê heta niha hejmara wan nehatiye zanîn.

Pêr jî li Serê Kaniyê motoreke bombekirî teqiya û di encamê de herî kêm 8 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

Parve bike: