Kurdistan
Li Sêrtê bombeya çandî bi leskeran de teqiya: 2 lesker birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Perwarî ya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, dema paqijkirina bombeyeke çandî ya PKKê de, teqîn çêbû û 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.
Parêzgarê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu ragihand ku îro 31ê Gulanê li dorûbera gundekî Perwariya Sêrtê, bombeyeke çandî hatiye tespîtkirin û tîmên paqijkirina mînan dema xwestine bombeyê pûç bikin bi wan de teqiyaye.
Di teqînê de 2 leşker birîndar bûn. Hat diyarkirin ku herdu leşkerên birîndar ji ber giranbûna birînên wan, piştî veguhestina nexweşxaneya Dewletê ya Perwariyê ji bo Nexweşxaneya Perwerdê ya Sêrtê hatine şandin.