TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sêrtê kargeha hilberînê ya çinko ava dikin

Admin M
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2020 02:23

PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Sêrtê di nav Sanayiya organize de kargeha îzabê ya madena çinko tê avakirin. Şîrketa kargehê ava dike ragihand ku bo herêmê avakirina kargehê, wê roleka mezin bileyîze û di hilberîna çinko de kargeha herî mezine.

Di beşa yekê de wê salane karibe li dora 50 hezar ton kulçe çînko hilberîne. Avakirina tesîsê bilez dewam dike. Li gor ragihandina parêzgerê bajêr wê kargeh di 21 ê adara 2021an de amade be û fêdeka zêde bide aboriya Sêrtê. Di ser 100 kesan de ji niha de îstîhdam heye. Parêzger di beyana xwe de weha dewam kir:

“Em bextewerin ku tesîsa me were asta hilberînê û hem wê pêdiviya zêde ya Tirkiyê jê bê temînkirin. Tevî pandemiyê jî ti tiştekî xebatê nehat derengxistin.”

Kargeh di asta yekê de wê 50 hezar ton û di asta duyem de 90 hezar ton çînko hilberînê bike. Ev miqdarên han pêdiviya Tirkiyê % 60 temîn dike. Bi çinko re projeyên ku risas û paxir jî hilberînin li ser wan xebat têkirin. Piştî kargeh dest bi xebatê bike, wê li dora 3 hezar kes tê de bixebitin. Roja ku kargeh dest bi xebatê bike, di heman rojê de wê asasê asîta sulfurîk (H2SO4) jî bê danîn. Ew jî maliyeta wê li dora 12 mîlyon dolariye.

Di nava madena çinko de bi zêdayî risas (kûrşûn) jî heye. Wê li cem fabrika çînkoyê fabrîka risasê jî bê avakirin.

Parve bike: