OSB: 370 şîrket hilberînê dikin û 23 hezar jî dixebitin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Sanayiya Organîze ya Diyarbekirê (OSB) Mustafa Fidan, di derbarê xebatên şîrketên di herêmê de agahiyan da. Fidan bi rojnamevanan re di fetara êvarê de hat cem hev û bi çapemeniyê re agahiyan parvekir. Fidan got.
“Li dora 370 şîrket hilberînê dikin û di wan şîrketan de li dora 23 hezar xebatkar dixebitin û debara xwe dikin. Ji bo kapasîta wan zêde bikin, xebatên me dewam dikin.
Ji bo bajarê me bibe baregeha hilberînê û veberhênanê em dixebitin. Herêma me ya OSBê xwediyê 42 km rê ye. Ev rêjeyên han temsîla ked, xwêdan, hêvî û dahatûya Diyarbekir e…Armanca me ew e em Diyarbekirê bikin navenda hilberînê da ciwanên me karibin ji xwe re îş peyda bikin…”
Fidan got ku wexta ew di sala 2022an de bûn desthilat, li Diyarbekirê 269 şîrket hilberînê dikirin lê niha ew jimare derketiye 370 şîrketan.