TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sêwasê minibusa rêwiyan wergeriya jêr: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 18 tebax 2026 14:36

PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê di navbera navçên Zara û Suşehri de minibusa rêwiyan wergeriya jêr û di encamê de 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn ku rewşa 4 birîndaran xedar e.

4 birîndarên ku rewşa wan nebaşe, bi ambûlansa hewayî birin nexweşxanên bajarê Sêwasê.

Qeza li dora 12.30an de qewimî. Minibusa ku Hayati Aras dajot, piştî desthilata xwe ya minibusê wenda kir, gêrî jêr bû, bi metreyan bi erdê re kaş bû û rêwiyên tê de ji erebê pekiyan.

Li ser qezayê gelek tîmên îtfaiyê, tenduristiyê û AFADê çûn ciyê qezayê û di araziyê zahmet de xebata rizgarkirinê kirin.

Ji ber rewşa 4 birîndaran baş nîn bî bi ambûlansa hewayî wan şandin nexweşxaneyan.

Parve bike: