TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sêweregê xortekî di ava goletê de fetisî

Admin M
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2023 23:24

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Sêwerega bi ser bajarê Rihayê de xortê bi navê Özkan Kantarmış (25) bi hevalên xwe re diçe geryana pîknîkê lê ji ber hewa zêde germe, dikeve ava golê û piştî demekî di nav avê de di pirpite û ji ber çav wenda dibe.

Piştî wendabûna ji ber çav, tîmên cendirmeyan, tenduristiyê û îtfaiyê diçin ciyê bûyerê û li dora yek seetekî li cesedê Kantarmış digerin heya dibînin. Piştî dîtina cesed, cesed dibin  morga nexweşxana dewletê ya Sêweregê da otopsiyê bikin.

Parve bike: