Kurdistan
Li navça Farqîn a Amedê xortekî di kanala avê de fetisî
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Farqînê (Silvan) li gundê Kelê (Başdeğirmen) xortê bi navê Mecnun Demir (20) ket kanala (cuha) avê û ket ber pêlan û ji ber çavan wenda bû.
Li ser rûdanê tîmên tenduristiyê yên 112an, AFAD, cendirme, tîmên noqavê yên Îtfaiya şaredariya Batman û Amedê çûn ciyê bûyerê.
Di encama lêgerînê de tîm xwe gihandin cesedê Mecnun Demir. Cenaze birin morga nexweşxana dewlete ya Dr. Yusuf Azizoğlu ya Farqînê (Silvan).