TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sîdekanê 2 şivan bi teqîna paşmayên şer birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 07 hezîran 2026 10:10

PeyamaKurd - Li devera zozanên Berbizinê ya girêdayî qezaya Sîdekan a Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, du şivan ji ber teqîna paşmayên şer birîndar bûn û piştî wergirtina çareseriya destpêkê ji bo nexweşxaneyeke Soranê hatin veguhestin.

Hate ragihandin ku îro 7ê Hezîranê danê sibehê 2 şivan ji ber teqîna paşmaya şer li zozanên Berbizinê yên girêdayî bajarokê Sîdekanê birîndar bûn.

Rêveberê Nexweşxaneya Sîdekanê Tehsîn Osman da xuyakirin ku rewşa tenduristiya her du birîndaran baş e û tenê çend perçeyên biçûk ên saçmeyan bi bedena wan ketine.

Hate diyarkirin ku piştî ku çareseriya destpêkê ew bo Nexweşxaneya Aştiyê ya Fêrkariyê li Soranê hatine şandin.

Nnavên wan her du şivanan Hekîm Mamend (31 salî) û Evîn Şêxo (21 salî) ne û dema ku wan sewalên xwe diçêrandin perçeyekî paşmayên şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de teqiya ye û her du birîndar bûne.

 

Parve bike: