TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê pênc kolber zêdetirî 10 roj in wenda ne

Admin L
Nivîskar
📅 25 rêbendan 2021 16:31

PeyamaKurd – Li gundê Kuran ê ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, pênc kolber zêdetirî 10 roj in wenda ne û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Şêniyên gundê Kuran dibêjin; Îran û Tirkiye rê nadin li cenazeyên wan bigerin.

Malbata 5 kolberan, ji alîkariya hikûmetên Îran û Tirkiyê bêhêvî bûne, loma jin û zilam û mezin û biçûk hemû berê xwe dane deverên çiyayî, da ku cenazeyên wan kolberan bibînin.

Her pênc kesên wenda, li sînor kolberî dikirin, lê ji ber hatina zivistan û berfê, wenda bûn. Xizmên kolberan diyar dikin, ku Hikûmeta Îranê alîkariya wan nake û hêzên li ser sînorê Tirkiyê jî gefa gulleberdanê li wan dixwin.

Di gundê Kuran de, 300 mal hene û zêdetirî 1000 kes lê dijîn. Temenên pênc kolberên wenda, di navbera 18 û 37 salî de ne. Ji bo peydakirina debara rojane, li deverên dijwar ên çiyayî kolberî dikirin, lê niha çarenûsa termên wan jî ne diyar e.

Parve bike: