Li taxa Komeleya Rewsinbîrî ya bajarê Mûsilê teqînek çêbû
PeyamaKurd – Li taxa Komeleya Rewşinbîrî ya bajarê Musilê teqînek çêbû û hejmarek kes birîndar bûn.
Li gor polîsê Mûsilê diyar kiriye, di encama teqînê de du kes birîndar bûne û du otomobîl jî şewitîne, lê Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê dibêje, otomobîlek şewitiye û kesek jî birîndar bûye.
Şeva derbasbûyî derdora saet 22:35an li taxa Komeleya Rewşenbîrî ya bajarê Musilê teqînekê çêbû. Li gor zanyariyan, di encama teqînê de hejmarek kes birîndar bûne û çend otomobîl jî şewitîne.
Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê di derbarê teqîna li Mûsilê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Kesekî sivîl di teqînê de ku di nava otomobîleke ji corê Opel Vectra de li kolaneke cadeya Komeleya Rewşenbîrî ya bajarê Mûsilê birîndar bûye û otomobîl jî şewitiye û di derbarê teqînê de lêkolîn hatiye destpêkirin.”
Herwiha Dije Teror a Kurdistanê jî têkildarî teqîna Mûsilê ragihandiye, teqîn bi sedema “otomobîleke bombekirî” bûye û du birîndar hene.
Fermandariya Polîsê Neynewayê jî derbarê bûyera teqînê de daxuyaniyek nivîskî belav kiriye û tê de eşkere kiriye: “Otomobîlek ji curê Opel Vectra şewitiye, li gor pisporên rêveberiya rûbirûbûna teqemeniyan, bi sedema bûyerê ew otomobîl û otomobîleke din li heman cihî di kolaneke xwaringeha Ebbasî de li taxa Komeleya Rewşenbîrî ya bajarê Mûsilê şewitîne.”
Li gor Fermandariya Polîsê Neynewayê, di bûyerê de du welatî birîndar bûne.