TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li tevahiya saziyên hikûmetê yên Helebceyê betlana fermî hat ragihandin

Admin L
Nivîskar
📅 17 rêbendan 2022 15:31

PeyamaKurd  Li tevahiya saziyên hikûmetê yên Helebceyê, ji ber barîna berfa zêde, rojekê betlana fermî hat ragihandin.

Rêveberiya Perwerde ya Helebceyê diyar kir, ji ber barîna berfê û astengiya çûnûhatinê, îro Duşemê 17/1/2022an li tevahiya dibistan û navendên xwendinê betlaneya fermî hat ragihandin.

Herwiha Parêzgarê Helebceyê jî bi daxuyaniyekê da zanîn, ji ber pêla berfê, li tevahiya saziyên hikûmetê yên Helebceyê, betlana fermî hat ragihandin.

Parve bike: