Kurdistan
Li Iraqê ji ber bahoza tozê karên saziyên hikûmetê hatin rawestandin
PeyamaKurd – Li Iraqê li çend parêzgehan, ji ber pêleke din a bahoza tozê karên saziyên hikûmetê hatin rawestandin. Rêveberiya Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê jî geştên xwe yên asmanî sekinandin.
Li Parêzgehên Kerkûk, Wast, Bexda û Babilê ji ber bahoza tozê ya dijwar û kêmbûna asta dîtinê, dewama fermî li saziyan hat rawestandin.
Wezaretên perwerde û xwendina bilind jî, hemû ezmûnên dibistanan û zanîngehan bi paş xistin.
Herwiha Rêveberiya Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê rawestana geştên esmanî ragihand, ji ber ku bahoza tozê asta dîtinê 300 metrî kêm kiriye.