TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Tirbesipiyê teqînêk pêk hat: Qurbanî hene

📅 07 tebax 2019 16:13

PeyamaKurd - Li bajarokê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê teqîneke mezin rû da û kuştî û birîndar hene.

Hat ragihandin ku, îro li bajarê Tirbespiyê yê li rojhilatê bajarê Qamişloyê, otomobîleke bombekirî teqiyaye û li gor agahiyên destpêkê, di encama teqînê de herî kêm 3 zarokan canê xwe ji dest dane.

Bajarê Tirbespiyê dikeve 30 kîlometriya rojhilatê bajarê Qamişloyê û li gor dabeşkirina Rêveberiya Xweser dikeve sînorê îdarî yê Kantona Qamişloyê. Her wiha li gor dabeşkirina îdarî ya hikûmeta Sûriyê, bajarê Tirbespiyê beşek e ji parêzgeha Hesekê.

 

 

Parve bike: