Kurdistan
Otomobîlek li bajarê Hesekê teqiya: Qurbanî hene
PeyamaKurd – Otomobîlek li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqiya û qurbanî hene.
Li gor zanyariyan, li Taxa Xiwêranê ya Hesekê otomobîlek teqiya û di encamê de kesekî can da û kesek jî birîndar bû.
Hat zanîn, ew otomobîl do seat 20:15an li nêzîkî pira Beyrutê teqiya.
Herwiha piştî teqînê Hêzên Ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê çûn cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.
Navenda ragihandê ya hêzên asayîşa navxwe yên Rêveberiya Xweser eşkere kir, ti pêwendiya wê bi kiryareke terorî yan êrişeke esmanî nîne.