TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Urmiyê di rojekî de 96 qeza çêbûn

Admin M
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2026 12:32

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li eyaleta Urmiyê di rojekî de 96 qezayên çûnûhatê çêbûn. Rêvebirê giştî yê rewşa lezgîn Ferzîn Rizazade ragihand ku li gor rojên berê qeza %50 zêdetir bûne.

Rizazade ragihand ku di rojên din de her roj lidora 60 qeza çêdibin lê niha ew nisbet zêde bûye. Yek ji qezayan li devera Silêvana li nêzî Racanê qewimî û di encama wergerîna kamyonekî de kesekî mir û 6 kes birîndar bûn.

Liş gor rêjeyên Dezga Tiba Edlî di navbera 21ê Adara 2025an û 21 ê Adara 2026an de, di nav salekî de li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê, di qezayan de 19.540 kez jiyana xwe ji dest dane.

Parve bike: