Kurdistan
Li Urmiyê hêzên ewlehiya Îranê kolberekî Kurd kustin!
PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve kolberekî Kurd hate kuştin.
Di derbarê bûyerê de Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku duh nîvê şevê seet li dora 23:00yan ji baregeha Zeyniyê, ji aliyê leşkerên Îranê yên li ser tixûbê Kurdistana Bakur û Rojhilat ve êrîşeke çekdarî li dijî kolberên Kurd hate kirin. Di encama gulebarana leşkerên Îranê de kolberê 34 salî yê bi navê Reşît Muhemmed Elî hate kuştin.
Hat ragihandin ku Reşît Muhemmed Elî ji gundê Şikil Abadî yê navçeya Mirgeverê ya girêdayî Urmiyê ye.
Dewleta Îranê bi rengekî fermî destûra kolberan nade ku bazirganiyê bikin, lê belê ji ber ku gel feqîr e, mecbûr in ku vî karî bikin.