TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yekîtiya Ewropayê êrîşa li ser Soranê şermezar kir

Admin İ
Edîtor
📅 27 adar 2026 13:22

PeyamaKurd - Nivîsgeha Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) û konsulxaneyên welatên endamên YEyê yên li Hewlêrê, piştî êrîşa mûşekî ya li ser navçeya Soranê, peyameke hevbeş a sersaxî û piştgiriyê ji bo serkirdayetiya Herêma Kurdistanê şandin.

Peyama hevgirtinê ji bo rêberên Kurd

Nûnerên dîplomatîk ên Ewropayê di peyama xwe ya ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzani û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî de, nîgeraniya xwe ya kûr a li ser êrîşên dubare yên hefteyên dawî anîn ziman. YEyê tekez kir ku ew di parastina aştî û aramiya herêmê de li gel gelê Kurdistanê ne û piştgiriyê didin statuya herêmê.

Bîlançoya êrîşa Soranê: 6 şehîd

Ev berteka dîplomatîk piştî êrîşeke giran a mûşekî hat ku tê de navçeya Soranê ya li bakurê Hewlêrê bûbû hedef. Wezareta Pêşmerge ragihand ku Îranê bi 6 mûşekên balîstîk li du çeperên leşkerî yên Pêşmerge xistiye. Di encama vê operasyona asmanî de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 şervanên din jî birîndar bûn.

Îran: “Şaşî bû, em poşman in”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pêwendiyên bi Tehranê re daxuyaniyek da û eşkere kir ku berpirsên Îranî ev êrîş wekî “şaşî” qebûl kiriye. Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Tehranê poşmaniya xwe aniye ziman û soza lêpirsîneke berfireh daye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew niha li benda encamên fermî yên vê lêpirsînê û zelalkirina şert û mercên êrîşê ne.

Parve bike: