Kurdistan
Li Wanê erdhejeke bi mezinahiya 5.2 qewimî
PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya Saziya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), îro danê sibê (4ê Nîsana 2026an) saet di 08:52yan de li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek pêk hat. AFADê ragihand ku mezinahiya erdhejê 5.2 (Mw) bûye û navenda wê navçeya navendî ya Tûşbayê ye.
Erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye û ji ber ku nêzî rûyê erdê bû, li navenda Wanê û navçeyên derdorê bi tundî hate hiskirin. Heya niha derbarê zirarên canî yan jî malî de agahiyeke fermî nehatiye belavkirin, lê tîmên peywendîdar ji bo kontrolkirina rewşê li herêmê dest bi xebatan kirine.