Li Wanê îskence li kolberê Rojhilatî hat kirin
PeyamaKurd – Hat zanîn ku li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, kolberekî Kurd ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê piştî ku 19ê Tîrmehê hat desteserkirin, çend rojan rastî îşkenceyên giran hêzên Tirkiyê hatiye.
Kolberê bi navê Keleş Arsan ku ji 19ê Tîrmehê ve agahî jê nedihat standin, derket holê ku li qereqoleke Wanê hatiye girtin û li wir îşkenceyên giran lê hatine kirin.
Li gorî nûçeya Mayê Keleş Arsan ragihandiye ku ew û 4 hevalên xwe yên kolber şeva 18ê Tîrmehê di sînor de derbasî navçeya Ebexê ya Wanê bûne û ji ber ku westiyayî bûye nekariye bireve û ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye binçavkirin.
Arsan piştî 4 rojan hatiye berdan ku li ser girtina xwe û îşkenceyên lê hatine kirin dibêje:“4 hevalên min reviyan. Ji ber ez betilî bûm nikaribûm birevim û hatim desteserkirin. Min birin qereqolê. Li wir 19 penaber hebûn. Min ne got ez ji Îranê me min got ez ji Afganîstanê me. Me birin qereqolek din. Li wê qereqolê fermandarek û 6 eskeran bi dar, çakûç û hesinan li min dan. Her carê yekê hildadan nava xwe û bi hovîtî lê didan. Erd ji xwînê sor dibû. Sê rojan îşkence li me kirin. Mil, ling û serê gelekan şikestin.”
Arsan herwiha gotiye, bêyî derbarê wî de ti muameleyek were kirin ew digel 19 penaberan danîne ber sînorê Îranê û dema xwestine derbasî Îranê bibin jî pasdaran gule berdane wan û bi revê karîne xwe rizgar bikin.
Arsan dibêje; “Em kolberiyê jî nekin em ê ji birçîna bimirin. Li Îranê tu karek nîne. Dema min girtin, jixwe min got wê min bikujin. Xwedê min xilas kir. Li gundê ez lê hatim girtin di 2 salan de 8 ciwan ji aliyê pasdarên Îranê û Tirkiyê ve hatin qetilkirin.”