TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê kirina çalakiyan ji bo 4 rojan qedexe kirin

Admin M
Nivîskar
📅 25 mijdar 2023 03:30

PeyamaKurd – Li bajarê Wan a bakûrê Kurdistanê û navçên wê, kirina çalakiyan ji bo 4 rojan qedexe kirin. Biryar ji terefê parêzgeha bajarê Wanê de hat dayîn.

Qedexe ji 25ê Mijdarê destpêdike û heya dawiya roja 28an dewam dike. Li gor biyarê; kirina meş, civînên meydanî, ragihandina çapemeniyê, rûniştin, vegirtina konan, danîna stendan û tevgerên weka wan hatine qedexe kirin.

Parve bike: