TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê polîsan 3 esnaf bi lêdanê binçav kirin: Sedem rûhseta kar e!

Admin H
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2019 15:52

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî li Kolana Hunerê ya Wanê polîsan 3 esnaf destê wan bi pişt wan ve kelepçe kiriye û bi lêdanê ew binçav kirine.

Li gorî zanyariyên xwecihî, polîsan şevê din li Kolana Hunerê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê 3 esnaf destê wan bi pişt wan kelepçe kirin û bi lêdanê ew binçav kirin.

Esnafên Kolana Hunerê ji bo protestokirina vê helwesta polîsan deriyê dikanên xwe girtin û biryara îro li saet 13.00 daxuyaniyê bidin. 

Hat zanîn ku sedema binçavkirina wan esnafan wekî nebûna rûhsetê hatiye nîşandan û dikanên wan hatine mohrkirin ku ew karê şardariyan e.

Esnafan daye zanîn ku wan tevî serlêdanên şaredariyê jî nekariye rûhsetên xwe werbigirin û rastî mimaleyeke wiha hatine.

Parve bike: