TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xaprêtê qeza çêbû: 4 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 21 tebax 2021 21:55

PeyamaKurd – Li navenda bajarê Xarpêtê li Bûlwara Cahit Dalokayê traktorekî û otomobîlekî lihev ketin. Otomobîleka dinê ya ku ji pare dihat, bo li alavên pêşiya xwe nexe, bilez fren kir û li refujê ket. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê û polîs çûn hawara wan. Birîndaran birin nexweşxanê bo dermankirinê.

Parve bike: