TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xarpêtê (Elazig) erdhejeka bi dereca 6.8 çêbû

Admin M
Nivîskar
📅 25 rêbendan 2020 02:56

PeyamaKurd- Li bajarê Xarpetê (Elaziğ) li navçeya Sîvrîceyê siet di 20.55 an de bi dereca 6.8 çêbû. Erdhej li gelek deveran hat hîskirin. Li gor ragihandina wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu heya niha li gor agahiyên bidest xistine, kes nemiriye lê xaniyên ku xesar dîne hene. Navçeya Sîvrîce ji berê de navenda erdhejê ye. Ew xeta erdhejê bi rojava de diçe heya Meletiyê û navçeya wê Puturgeyê. Li Puturgeyê jî xanî xebar bûne.Li rojavayê Sîvrîceyê xeta erdhejê diçe heya Licê û Bîngolê.

Bi sedema erdhej mezine li bajarê Meletiyê, Entabê, Semsûrê, Diyarbekir, Mêrdîn, Amûdê ,Qamîşlo heya Hesîçayê û Zaxo ya Başûr hatiye hîskirin.

Di demên pêşiiya me de wê agahiyên berfirehtir bên ragihandin.

Parve bike: