TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xarpetê erdhej çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 29 hezîran 2021 15:03

PeyamaKurd – Li navçeya Madenê ya Xarpetê, bi pileya 4.3 erdhejek çêbû. 

Li navçeya Madenê ya Xarpêtê, saet di 06.41an de, bi pileya 4.3 erdhej çêbû. Erdhej, 5 kîlometre di bin erdê de pêk hat û li herêmê bû sedema xofê. 

Di 25ê Hezîranê de, li navçeya Depê ya Xarpêtê jî bi pileya 5.3 erdhej pêk hatibû û li gelek gundan xesar gihîştibû malan. 

 

Parve bike: